Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Harîrî Û Malbata Wî Vedixwîne Fransa


Serokê Fransa Emmanuel Macron daxwaz ji serok hikûmetê Lûbanê Saad Harîrî û xanima wî dike ku, seredana Fransa bikin, piştî ku li roja 4î meha Mijdarê ji Erebistana Saûdî Îstfa xwe ragihand bû.

Daxwaza Macron di daxûyaniya Qesra Elysee de hatîye ya ku, roja Çarşemê hatî weşandin.

Di daxûyaniya Qesra Elysee de hatiye ku "piştî axftin ligel mîrê Erebistana Saûdî, Mohamed Bin Salaman û serok hikûmetê Lûbanê serokê Fransa daxwaz ji Saad Harîrî û malbata wî kirîye, daku seredana Fransa bikin".

Piştî Îstîfa kirina ji nişkê ve ya serok hikûmetê Lûbnanê Saad Harîrî li Erebistana Saûdî, gelek goman û pirs derbarê dest ji kar berdana wî peyda bûne.

XS
SM
MD
LG