Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Divê li Îraqê di Şerê Dijî Mîlîşyayên Girêdayî Îranê de Zelalî Hebe

Serokê Fransayê Emmaneul Macron îro Pêncşemê got ku divê zelalîyek hebe di şerê dijî mîlîşyayên ser bi Îranê ve ku li Îraqê êrîşî hêzên Fransî dikin.

Di bersiva pirseke televizyona Rûdawê de, Macron da zanîn: "Tiştê ku em dixwazin zelalîyeke tevahî di şerê dijî her mîlîşyayên ku gel û leşkerên Fransayê de dikin armanc, ji ber ku ev kes berjewendîyên Îraqê dikin armanc. Ew ziyanê li berjewendîyên Îraqê dikin."

Axaftinên serokê Fransayê tên hefteyekê piştî ku leşkerekî Fransî di êrîşeke dronan de li ser Herêma Kurdistanê hate kuştin. Di heman êrîşê de çend leşkerên Fransî birîndar bûn.

Ji destpêka operasyonên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê 28'ê Sibatê ve, Herêma Kurdistan bûye armanceke serekî ya êrîşên rejîma Îranê û mîlîşyayên ser bi Tehranê ve.

Fransa ne beşek e ji şerê li dijî rejîma Îranê, lê hêzên Fransî li Herêma Kurdistanê hene.

"Fransa ji 2015'an ve li Îraqê ye ji bo şerê komên terorîst û Daîş û ji bo piştgirîya serwerîya Îraqê. Em bi vê pabendîyê li Bexdad û Hewlêrê serbilind in," Macron got.

Serokê Fransî got girîng e ku Îraq nebe beşek ji vî şerê ku niha li Rojhilata Navîn diqewime.

"Ez bawer dikim ku divê Îraq dûrî vî şerî bike û divê serwerîya wê were parastin. Em ligel Îraqê ne, û ligel serwerî û yekparçeya axa wê ne," wî got.

XS
SM
MD
LG