Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Fransa Macron re Dicive


Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistana Îraqê weşandiye ku roja Sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî dê li gel Serokê Fransa Emmanuel Macron kom bibe.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku di Malpera fermî ya seroaktiyê de hatiye weşandin, dide zanîn ku Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê serokomarê Fransa Emmanuel Macron ve hatiye vexwandin û roja Sêşemê 30ê Adarê li Qesra Elyess dê bicivin.

Hatîye zanîn Serokê Herêmê û Serokomarê Fransa dê derbarê pirsên weke têkiliyên Îraqê û Herêma Kurdistanê bi Fransa re, rewşa Îraqê, ya Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî, rewşa pandemiya vîrusa korona û derencamên wê, metirsiya terorê û wezîfa Hevalbendiya Navnetewî ya li dij DAIŞê û mijarên din di rojeva civîna herdu berpirsan de ye.

Di malpera ajêndaya Qesra Elysee de hatiye piştrast kirin ku îro Sêşemê Serokomar Macron dê li gel Serokê Herêma Otonum ya Herêma Kurdistana Îraqê demjimêr 1:20 li gor dema Ewrupa bicive.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG