Serokê Frensayê Emmanuel Macron roja Sêşemê got ku welatê wî amade ye beşdarî nûavakirina aborîya Sûrîyê û sektora wê ya bankî bibe.
Macron ev axaftin di dema sardana xwe ya Şamê de kir, piştî teqîna du bombeyan li nêzîkî otêla ku wî civîn lê dar xistin.
Ofîsa Macron got ku wî dengê teqînan nebihîst û piştî wê roja Sêşemê bi Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ re civiya.
Rayedarên Sûrîyê got ku 18 kes di teqînan de birîndar bûne. Ev yek dibe di dema serdana yekem a serokê welatekî Yekîtîya Ewropayê bo Sûrîyê ji dema ku Şeri’ di sala 2024an de Beşar Esed ji desthilatdarîyê derxist.
Teqîn li devereke qerebalix a navbera Wezareta Geştîyarî ya Sûrîyê û muzexaneya niştimanî ya li hemberî otêla Four Seasons qewimîn.
Macron di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ re got, "Em dixwazin li ser nûavakirina sektora bankî xebata xwe bidomînin."
Serokê Frensî di postekê de li ser platforma X’ê got, “Tiştek nikare xwesteka jin û mêrên Sûrîyê ya ji bo jiyana li Sûrîyeke bi temamî serwer, ewle, piralî û yekgirtî asteng bike.”
“Min Îro Sûrîyê bi hemû cihêrengîya wê dît. Min rûmet, wêrekî û biryardarî dît,” Wî got.
Macron got, “Serdana min berdewam dike.”