Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Bang li Malbatan Dike ku Zarokên Xwe li Malê Bigirin


Serokê Fransî Emmanuel Macron bang li dê û bavan kir ku zarokên xwe yên nûgiheştî li male bihêlin û nehêlin ku ew derkevin kolanan.

Macron got ku yek ji her sê kesên ku roja Pêncşemê hatine desteser kirin, kesên ciwan in û hinek ji wan gelek gênc in loma ew berpirsîya dê û bavan e ku xwedî li zarokên xwe derkevin.

Macron, piştî civîna awarte ya bi wezîrên xwe re, herwiha pêşnîyara sînordarikirina karanîna medyaya civakî kir.

“Platformên medya civakî yên wek Snapchat û TikTok di berfireh û zêdekirina kiryarên mîn tund yên mîna hev de roleke mezin lîstin. Emê bi kompanîyên teknolojîyê bixebitin ku hin biryar û rêbazan deynin ku naverokên herî hesas derxînin.”

Karbidestên Fransî îro ragihand ku hejmara kesên ku hatine desteser kirin, giheşt 875 kesan.

Tevî bangên ragihandina rewşa awarte, Macron heta niha xwe ji wê yekê dûr girtîye. Lê, Wezîrê Karê Navxweyî Gerald Darmanin biryara sekinandina xizmetên otobus û tramwayên giştî li seranswer Fransa da.

Hêjayî bîrxistinê ye ku xortekî 17 salî yê bi navê Nahel M.bi guleya polîsan hatibû kuştin û dû re xwenîşandanên nerazîbûnê li seranserê Fransa belav bûbûn ku gelek caran pevçûn jî derdikevin.

XS
SM
MD
LG