Beşê medyayî yê serokatîya Sûrîyê roja Yekşemê ragihand ku Serokê Frensayê Emmanuel Macron dê serdana Sûrîyê bike da ku li ser rêbazên xurtkirina têkilîyên dualî û mijarên berjewendîya hevbeş gotûbêjan bike.
Macron, digel şandeyek ji weberhêner û nûnerên kompanîyên Frensî, dê civîneke maseya girover bi serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ û şandeyên Sûrîyê re li dar bixe.
Serokatîyê ji bo serdanê ti dîrokeke destnîaşn nedaye.
Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê(SANA) ragihand ku ev serdan dê “di çarçoveya diyaloga siyasî ya berdewam a di navbera herdu welatan de be, û dê hevdîtin li ser pêşketinên herêmî û navneteweyî, û her wiha derfetên kûrkirina hevkarîyê di gelek biwaran de werin kirin.”
Serokê Sûrî sala borî li ser vexwendina Macron serdana Frensayê kir, û li Koşka Elysee li ser xurtkirina têkilîyên dualî û berfirehkirina hevkarîyê hevdîtin kirin.