Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Dere Hevdîtina Macron ya Şandeya bi Bakurê Sûrîyê Dinirxîne


Şanda pêkhateyên Bakurê Sûrîyê roja Pêncşemê li Parîs li Qesra Elyzee civîn ligel berpirsên Fransî encam dan.

Endamên şandê ku ji Kurd, Ereb û Asûrîyan û nûnertîya Rêvebirîya Xweser pêk dihat, ji alîyê serokê Fransa Emmanuel Macron ve hat qebûl kirin.

Piştî civîna bi Macron re, şande preskonferasnek encam da û da zanîn ku Fransa dê piştevanîya herêma Bakurê Sûrîyê bike û hêzên xwe bişîne Minbicê.

Derbarê encamên civînên şandê, rojnamevan Ahmed Dere got ku îro Qesra Elyzee daxuyanîyek weşand û hin beşên ku di preskonferansa şandê de hatibûn gotin, red kirin.

Daxuyanîya Elyzee dibêje "ji dervey koalîsyona navnetewî tevlî operasîyonên li Sûrîyê nabe".

Dere di axiftinên xwe de bal dikişîne ser hewildanên Fransa yên dîyalogê ku di navbera HSD’ê û Tirkîyê de pêk bihên û şîroveyên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê derketina lezgîn ya hêzên Amerîka ji Sûrîyê jî dinirxîne.

Hevpeyvîn ligel Rojnamevan û Şirovekar Ahmed Dere
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:07 0:00

XS
SM
MD
LG