Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Fransa Macron Diçe Merasîma Cenazeyê Serokê Çad'ê, Îdrîs Deby


Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Çad'ê, Îdrîs Deby (Arşîv)
Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Çad'ê, Îdrîs Deby (Arşîv)

Berdevkê hikûmeta Fransî Gabriel Attal îro Çarşemê dîyar kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron dê biçe merasîma cenazeyê Serokê Çad'ê, Îdrîs Deby yê ku hatiye kuştin.

Karbidestên Çadê ragihandin bûn ku Îdrîs Deby roja Duşemê di şerê dijî serhildayan de li bakurê welat hatiye kuştin.

Îdrîs Deby ku bêtirî 30 salan welatê xwe birêve dibir û di şerê dijî mîlîtanên Îslamîst de li Afrîka hevalbendek girîng yê Rojavayî bû.

Azem Bermendoa Agouna berdevkê artêşê roja Sêşemê li ser televîzyona dewletê got ku kurê wî, Mahamat Îdrîs Deby, ji hêla Konseya veguhêz ya hezên leşkerî ve, wek serokê demkî hatiye binav kirin.

Deby yê 68 salî, di 1990'an de bi serîrakirineke desthilatdarbû û yek ji rêberên Afrîqa yê herî dem dirêj yê li ser kar bû.

Ew ji gelek hewildanên derbeyê û serhildanan sax ma. Mirina wî, ya ku sedema wê nezelal e, dikare pirsgirêkên Çad, û yên ku hevalbendên wî kûrtir bike.

XS
SM
MD
LG