Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron, Jean Castex Wek Serokwezîrê Nû yê Fransa bi Nav Dike


Serokê Fransa Emmanuel Macron, di hewileke xurtkirina partîya xwe de, îro Înê Jean Castex wek serokwezîrê nû yê wî welatî bi nav kir.

Castex 55 salî ye û sîyasetvanekî rastger yî navendî ye. Wî di dema seroktîya Nicolas Sarkozy de, li Qesira Elysee wek karbidestê herî bilind yê duyê xebitîbû.

Ragihandina destnîşankirina wî piştî karvekişîna çeverêkirî ya Edouard Philippe tê ku Macron bi vê guhertinê dixwaze hikûmeta xwe xurt bike û aborîya sistbûyî jinûve bi hêz bike.

XS
SM
MD
LG