Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emmanuel Macron Ewrupayeke Nû Dixwaze


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di axaftineke derbarê siberoja Ewrupa de dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) qels e, giran e û bêbandor e.

Macron, li Zanîngeha Sorbonne ya Parîsê, di axaftinekê de planên xwe yên ser siberoja Ewrupa eşkere kir.

Macron da zanîn ku divê di peyvajoya nû de Ewrupa ji hindur ve were xurt kirin û bo wê jî rotayeke strajîk ya bo derve şert e.

‘’Divê ji Herêma Euro re butçeyeke taybet were amade kirin û jibo wê herêmê wezîrekî darayî yê taybet were tayin kirin’’ Macron got.

Macron ji rêvebirên li welatê Ewrupa xwest ku piştgirîyê bidin ‘’şoreşa butçeyê’’

Serokomarê Fransa herwiha xwest ku bo berevanî û biçekkirina Ewrupa jî divê zêdetir pere were xerc kirin.

Bo têkoşîna dijî terorê jî, Macron dîyar kir ku divê ‘’Dozgerîya Ewrupa’’ were ava kirin.

XS
SM
MD
LG