Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Emmanuel Macron Dê Serdana Lubnanê Bike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê roja Pêncşemê serdana Lubnanê bike.

Ofîsa Serokomarîya Fransa ragihand ku Macron dê bi rêberên sîyasî yên Lubnanê re bicive.

Rêvebirîya Parîsê heta niha sê firok şandine Lubnanê ku di wan de 25 ton kelûpelên alîkarîyê û tîmên saxlemîyê û yên filitandinê hebûn.

Herwiha hin pisporên Fransa dê li dora cîhê peqînê ser rîskên çêbûne raporekê hazir bikin.

Dêra Notre Dame Maronite ya Parîsê dê bo qurbanîyên peqîna Beyrutê ayînê çêke û çirayên Birca Eyfelê jî dê bo wan werin vemirandin.

Lubnan di sala 1943’yan de ji Fransa veqetîyabû û serxwebûna xwe ragihandibû ku îro di navbera her du dewletan de peywendîyên xurt yên sîyasî û aborî hene.

XS
SM
MD
LG