Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dubare Dike ku NATO Rûbirûyê Mirineke Mêjîyî Ye


Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê xwedî li daxuyanîya xwe ya berê derket ku gotibû NATO rûbirûyê mirineke mêjîyî ye.

Wî got ku ew daxuyanî ji hemî endamên NATO’yê bûye peyameke girîng ku ji rewişa heyî hişyar û agahdar bin.

Macron, di hazirbûna Sekreterê Giştî yê NATO’yê General Jens Stoltenberg de dîyar kir ku ewê jiber wan gotinên xwe lobîrînê nede jiber ku wî rastî gotiye.

“Di demên dawî de rojeva endamên NATO’yê kêşeyên girîdayî budceya wê ne û mijarên girîng yên wek jeopolîtîkên ku bi berdewamî diguherin hatine piştguh kirin.”

Endamên NATO’yê gotinên Macron rexne kiribûn û gotibûn ku pêdivîya Ewrupa bi NATO’yê heye ku bikaribe berevanî li xwe bike.

XS
SM
MD
LG