Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Emê Dêra Notre Dame Jinûve Ava Bikin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bi daxuyanîyeke li pêş Dêra Notre Dame dîyar kir ku ewê wê dêrê jinûve ava bikin.

Macron da zanîn ku Notre Dame cîhê dîrok, wêje, ceng û azadîya Fransa ye.

‘’Divê em serbilind bin, çinku zêdetirê 800 salên berê me ew dêr ava kir û paşê bi pêşde bir, mezin kir. Jiber vê ez tiştekî cidî dibêjim: Emê tev jinûve ava bikin’’ Macron got.

Piştî daxuyanîya Macron, karsazê Fransî Francois-Henri Pinauld dîyar kir ku ewê bo jinûve avakirina Notre Dame 100 mîlyon euro bide.

Ser sedema şewata Notre Dame hîn ti daxuyanîya fermî nehatiye dayîn, lê tîmên agirkujîyê dîyar dikin ku dibe ku agir jiber karên restorasyonê bi dêrê ketibe.

XS
SM
MD
LG