Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ew dixwazin ku jinûve avakirina Dêra Notre Dame di pênc salan de biqedînin.
Macron da zanîn ku dêra dê jinûve were ava kirin ‘’hîn xweşiktir’’ be.
Jiber agirê roja Duşemê bi Dêra Notre Dame ketibû, beşeke wê ya mezin şewitîbû û hilweşîyabû.
Hîn nayê zanîn ku agir jiber çi çêbûye û bo vekolîna wê şewatê dê 50 kes kar bikin.
Serdozgerê Parîsê Rémy Heitz dabû zanîn ku li gor tespîtên wan yên pêşî şewat ‘’bi qestî’’ çênebûye.
Dêra Notre Dame yek ji berhemên Gotîk bû û 850 salî bû.
Macron: Dêra Notre Dame ya Nû Dê di Pênc Salan de Çêbe
