Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron helwesta xwe ya dijî Rûsya tundtir kiriye.
Macron îro Çarşemê li Romanya serdana bingeheke NATO kir û bi fermandaran re civîya.
Reutersê ji zarê du jêderên dîplomatîk da zanîn ku guman heye Macron here Ukrayna û berî wî here Kîevê ewê bi rêberên Almanya û Îtalya re bicive.
Dîsa, çaverê ye Macron berî seredana Kîevê, di gera xweya sê rojî de serdana Moldova jî bike.
Macron ew demek e jiber zelalnebûna piştgirîya bo Ukrayna tê rexne kirin.
Serokomarê Fransî li Romanya dîyar kir ku jibo rêgirtina pêşdeçûna artêşa Rûsya û piştgirîdana hêzên Ukraynî, ewê hemî tiştên pêkan bikin.
Macron di demên dawî de derîyên dîplomasîyê bo Rûsya vekirî hîştibû û vê yekê hêrsa alîyên tund rakiribû.
Jêderên dîplomatîk dibêjin dibe ku sê rêberên Ewrupî sibê Pêncşemê serdana Kîevê bikin, lê serokomarîya Fransa piştrastkirina wan nûçeyan red kir.