Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Çaverê ne ku Macron di Gera Duyê de jî Serketî Be


Macron gel silav dike
Macron gel silav dike

Partîya nû ya Serokê Fransî yê hilbijartî Emmanuel Macron, li ber e di gera yekê ya hilbijartinên parlemanî de, bi 28 ji sedê dengan, serkeftineke girîng bi dest bixe.

Encamên jibo partîya Macron La République en Marche û hevalbenda wê MoDem ku 4 ji sedê dengan wergirt, dihêle ku eger serkeftina wan di gera duyê de jî berdewam bike, ew di civata jêrîn ya parlemana Fransî de pirtir ji 400 kursîyên bi giştî 577 kursîyan qezenc bike.

Encamên gera yekê nîşan da ku bi awayekî rekor, nêzîkî 52 ji sedê dengderên Fransî li malên xwe man û neçûn ser sindoqan.

Berdevkê Macron Christophe Castaner rêjeya nizim ya tevlêbûnê wek “têkçûna vê hilbijartinê” bi nav kir û got ku divê ew bawerîya hilbijêran jinûve qezenc bikin.

Pispor dîsa jî bawer dikin ku encamên ku derketine jibo Serok Macron piştgirîyeke xurt e. Gelek kesên ku deng danê wî, ku bi piranî çepger in, dîyar dikin ku wan dengê daye Macron ku rê li ber Marine Le Pen bigirin.

XS
SM
MD
LG