Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Divê Agirbesta li Sûrîyê Bidome


Belgium EU Summit
Belgium EU Summit

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di telefonê de ji Serokkê Rûsya Vladmir Putin re dîyar kir ku divê dema agirbesta li Sûrîyê were dirêj kirin.

Malpera Serokomarîya Fransa ragihand ku Macron di axaftina bi Putin re bal kişandiye ser girîngîya agirbesta li Sûrîyê û daye zanîn ku divê ew dewam bike.

Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Soçîyê ser Sûrîyê kom bibin.

Macron hefteya borî operasyona Tirkîyê ya dijî Sûrîyê rexne kiribû û dîyar kiribû ku ger Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve gur bibe ewê berpirsa wê Tirkîye be.

Wî dabû zanîn ku li herêma Rojhilata Navîn bawerîya bo welatên rojava nemaye û li wê derê êdî hikmê Rûsya, Îran û Tirkîyê heye.

XS
SM
MD
LG