Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Tirkîye û Hin Komên Girêdayî DAIŞ'ê Tev Dixebitin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li London ya paytexta Brîtanya berî Hilcivîna NATO kom bûn.

Her du rêber di preskonferansa hevbeş de ser Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û koçberî û bazirganîyê axifîn.

Macron di axaftina xwe de da zanîn ku ew û Tirkîyê ser terorîzmê wek hevdu nafikirin û dîyar kir ku Tirkîye ‘’yek caran bi komên girêdayî Dewleta Îslamî (DAIŞ) re dixebite’’

Wî amaje kir ku ew ‘’mijareke stratejîk’’ e û bi berdewamî dîyar kir ku divê ser DAIŞ’ê ‘’nezelalî’’ tunebe.

Serokomarê Fransa bi bîr xist ku Tirkîyê ji Rûsya, sîstema S-400 sitandiye û got ‘’Ew dewlet çawa dikare bibe endamê tifaqê û ji Rûsya hin tiştan bistîne û entegre bibe û bi wê re bixebite?’’

Emmanuel Macron herwiha bal kişand ser helwesta Tirkîyê ku ew dewlet dide zanîn ku ger NATO, YPG’ê wek ‘’rêxistineke terorê’’ nepejirîne ewê piştgirîyê nede Plana Baltik.

Macron da zanîn ku divê ser vê helwesta Tirkîyê ji wê were pirsîn ku dixwaze wek endama NATO bimîne yan na.

Donald Trump jî di axaftina xwe de dîyar kir ku ew ser toleyên dijî Tirkîyê hîn nirxandinan dikin.

Trump ser sîstema S-400 ya ku Tirkîyê ji Rûsya sitandibû jî rêvebirîya Barack Obama tawanbar kir û da zanîn ku Tirkîyê xwestiye sîstema Patriot bistîne lê rêvebirîya Obama destûr nedaye.

XS
SM
MD
LG