Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Rexneyên Tund li Tirkîyê Dike


Serokê Fransa Emanuel Macron îro Sêşemê li Strasbourgê got ku mafê mirovan li Tirkîyê ber bi paş ve diçe.

"Li Tirkîyê desthilata qanûnê lawaz dibe û dijî berevankarên mafên mirovan doz têne vekirin. Divê em çavê xwe bidin ser rewşa rojnamevan û akademîsyenên li wî welatî.”

Macron herwiha bi bîr xist ku hejmareke zêdebûyî ya penaberan ji Tirkîyê derdikevin û diherin Yunasitanê û ew ji barê giran yê ser wî welatî serwext e.

"Erê, tu mafdar î ku Tirkyî hêlana derketina penaberan wek alaveke fişar û givaştinê bi kar tîne," Macron wek bersîva pirseke parlamanterê Yunanî got.

Macron bi berdewamî got ku ew ne di wê bawerîyê de ye ku divê ew hember givaştinên Tirkîyê stûyê xwe bitewînin.

“Divê hevkarî bi Tirkîyê re hebe, lê em ti car qebûl nakin ku ku rojeva me ya li Sûrîyê bi zorê Tirkîyê were dîyar kirin.”

XS
SM
MD
LG