Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Careke Din Kiryarên Tirkîyê yên li Lîbyayê Rexne Dike


Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê Tirkîye, jiber kiryarên wê yên li Lîbyayê wek berpirsa tawankarîyê bi nav kir.

“Bi nêrîna min jibo welatekî ku îdia dike ew endama NATO ye, berpirsîyeke dîrokî û tawankarî ye, “Macron got.

Wî li Berlînê ji rojnamevanan re got ku Enqerê di mehên dawî de hebûna xwe ya leşkerî li Lîbyayê zêde kiriye.

“Tevî ku hêzên bîyanî di destpêka vê salê de hevbîr bûn ku xwe nema tev li karên navxweyî yên Lîbyayê bikin û rêzê li ambargoya çekan ya NY bigirin, Enqerê di mehên dawî de hêza leşkerî li Lîbyayê zêde kir û gelek cîhadî ji Sûrîyê anîn wî welatî.”

Hêjayî balkişandinê ye Macron hefteya borî jî bi heman awayî Tirkîye rexne kiribû, lê Enqerê jî reaksîyoneke tund ji wî re nîşan dabû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG