Serokê Fransa Emmanuel Macron, di serdaneke fermî de îro Duşemê hat Amerîka ku ligel Serok Donald Trump bicive.
Çaverê ye Macron hewil bide ku Trump qane bike ku pêdivî ye hêzên Amerîkî, piştî bi temamî têkbirina DAIŞ’ê jî, ji Sûrîyê venekişin.
"Divê em piştî şer, Sûrîyeke nû ava bikin. Loma jî bi nêrîna min rola Amerîka pir girîng e jiber ku Amerîka çavkanîya dawî ya hewlên aştî û piralîbûnê ye," Macron di hevpeyîna Fox News de got.
Macron got ku vekişîna wan ji Sûrîyê hêlana qada Sûrîyê ji Îranê û rejîma Esad re ye.
“Ez bi vekirî bêjim ku ger em ji Sûrîyê derkevin, emê meydanê ji Îranê re û ji rejîma Esad re bihêlin û ew jî hazirîya şerekî nû bikin.”
Li ber e Macron roja Çarşemê di Kongresa Amerîkî de axaftinekê bike.