Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Madrîdê Pîvanên Pêşîgir yên Dijî Korona Tên Danîn


Kolanên Madrîdê

Hikûmeta Îspanî ragihand ku li hîn taxên paytext Madrîdê ku vîrusa korona bi lezgînî belav dibe, biryara derneketina ji malê were danîn.

Cîgirê rêvebirîya saxlemî yê xwecîhî Antonio Zapatero îro Çarşemê ji Reutersê re got ku biryarên nû wê bi piranî li taxên başûrê Madrîdê werin danîn ku.

Zapatero got ku bi piranî karker li wê deverê dijîn û korona ji Tebaxê vir ve li wan deran pir bi lezî belav dibe.

“Madrîd dixwaze ku berî hatina payîzê pêşî li belavbûna korona bigire ku mercên dijwar yên zivistanê bi korona hîn xirabtir nebe,” Zapatero bi berdewamî got.

Li Madrîdê û herêma dora wê nêzî 6.6 mîlton kes dijîn ku ew jî yek ji sê hemî pêketinên Îspanya li wê derê çêbûne.

Jêderên saxlemîyê radigihînin ku hefteya borî rojane 8,200 pîketinên nû yên korona li wê herêmê dihatin dîtin.per day for the past week

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG