Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Madrîd Tedbîr û Qedexeyên Dijî Korona Xurtir Dike


Dema Vîrusa korona, Madrîd
Dema Vîrusa korona, Madrîd

Karbidestên saxlemî ya bajarê Madrîd ya Îspanya îro Çarşemê ragihand ku dibe ku ew li heremên ku rêjeya belavbûna vîrusa korona bilind e, tedbîr û qedexeyan xurtir bikin.

Cîgirê berpirsê saxlemîya herêmê, Antonio Zapatero got ku tevî sînordarkirina kiryarên xwaringehan, ewê biryara zêdetir û xurtir pîvanên dijî vîrusê roja Înê ragihînin.

Zapatero da zanîn ku nexweşîya COVID -19 li herêma Madrîdê, ku xwedîyê 6,6 mîlyon nifûsê ye, bi zêdebûna domdar belav dibe.

Niha 860.000 rûniştvanên Madrîdê yên li 37 taxan, ku bi piranî karker û mirovên hêjar li wan deran dijîn, divê bo derketina kolanan destûrê were girtin, lê, hemwelatî gazincan dikin ku bi wan qedexeyan jîyana wan dijwartir bûye.

Li Madrîd rêjeya pêketinên vîrusê ya di 14 rojan de, bo her 100 hezar kesan 772 bûyerên vîrusa korona ye ku ev nezî sê qat pirtirî rêjeya navînî ya pêketinên Îspanya ye, ku , bo her 100 hezar kesan 287 bûyerên vîrusê ye.

Li heremên din yên Îspanya jî hejmara bûyerên nû yên vîrusa korona her zêdetir dibe.

Îspanya roja Sêşemê jiber vîrusa korona 241 kuştinên nû ragihandibûn û bi vê yekê hejmara giştî ya mirinên bi sedema vîrusê giheştibû 30.904 kesan.

XS
SM
MD
LG