Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Ser Qutbûna Elektrîkê Amerîka Tawanbar Dike


Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser qutbûna elektrîka li welêt Amerîka tawanbar kir.

‘’Di cenga elektrîkê de, ku Amerîkaya emperyalîst daye destpê kirin, dê gelê me bi ser keve’’ Maduro di Twitterê de nivîsî.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo di bersîvê de got ku ‘’sîyaseta Maduro xêncî tarîyê tiştekî çênake’’ û da zanîn ku ‘’li dû nebûna xwarin, derman û elektrîkê, dê Maduro jî nebe’’

Jêderên herêmî radigihînin ku ji 23 eyaletên Venezuela, li 22’yan ji roja Pêncşemê vir ve elektrîk qut dibe.

Amerîka û jimareke welatên Ewrupa dijî rejîma Maduro, piştigrîyê didin rêberê rikeberîyê Juan Guaido.

XS
SM
MD
LG