Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nicolas Maduro Dewletên Yekîtîya Ewrupa Rexne Dike


Hikûmeta Serokê Venezuela Nicolas Maduro dijî Yekîtîya Ewrupa (YE), ku rêberê rikeberîyê Juan Guadio wek serokê wî dewletî nas kir, bertek nîşan da.

Wezareta Derve ya Venezuela bi daxuyanîyeke dîyar kir ku ‘’Desthilata gelê Venezuela ne girêdayî naskirina welatekî bîyan e’’

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Caracas dê ‘’heta ku ew dewletên Ewrupî dest ji piştgirîya darbeyê berdidin’’ peywendîyên bi wan re binirxîne.

YE bang li Maduro kiribû ku heta 4’ê Sibatê biryara lidarxistina hilbijartinê bide, lê wî ti biryarên wisa nedabû.

Almanya, Îspanya, Fransa, Brîtanya, Awistirya, Holanda, Danîmarka, Portekîz, Çekya, Polonya, Fînlandîya û Luksemburg dîyar kirin ku ew Guadio wek serokê demkî yê wî welatî nas dikin.

XS
SM
MD
LG