Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro ji Nûnera Yekîtîya Ewrupa Dixwaze ku ji Venezuela Derkeve


Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên dijî sîyasetvanên welatê wî bertek nîşan da.

Maduro da zanîn ku ew dixwaze ku nûnera YE ya li Venezuela Isabel Brilhante Pedrosa heta 72 saetan ji Venezuela derkeve.

‘’Ew kî ne ku dixwazin bi gefan li ser me zextan çêkin? Emê di 72 saetan de çareser bikin, bo here ewê firokek were dayîn û emê karên xwe yên bi YE’ê re çareser bikin.’’ Maduro got.

Wî da zanîn ku YE li ber Serokê Amerîka Donald Trump ‘’serî ditewîne’’

Rêvebirîya Maduro hewil dabû ku rêberê rikeberîyê Juan Guaido ji seroktîya parlamana neteweyî dûr bixe û li ser vê YE dijî 11 sîyasetvanên Venezuela tole ragihandibûn.

Di nav wan 11 sîyasetvanan de, Luis Parra heye ku Maduro piştgirîya wî dike û ew bo seroktîya parlamana neteweyî jî hatibû hilbijartin.

Li gor daxuyanîya YE, Parra bi awayekî qanûnî nehatiye hilbijartin û Guaido, ku di hilbijartinên meha Çileyê de hatibû hilbijartin, serokê rêwa ye.

Hêjayî bîrxistinê ye, Guaido ji alîyê Amerîka û 50 dewletên din ve wek serokê demkî yê Venezuela tê nas kirin.

XS
SM
MD
LG