Serokê Venezuela Nicolas Maduro û fermandarên artêşa wî welatî kom bûn.
Di civîna Maduro û rêberên artêşê de, Wezîrê Berevanî yê Venezuela Vladimir Padrino û karbidestên din yên payabilind hazir bûn.
Maduro bi daxuyanîyekê da zanîn ku hêzên çekdar bi hev re ne û li gor qanûna bingehîn tevdigerin.
Wî da zanîn ku morala artêşê baş e û ew dijî ‘’darbekar û derewînan’’ disekinin.
Rêberê opozîsyonê Juan Guaido, ku xwe di meha Rêbendanê de wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû, du roj berê gotibû ku leşker piştgirîya wî dikin û bang li artêşê kiribû ku dijî Maduro serî hildin.
Li ser banga Maduro û ya Guaido alîgirên wan derketibûn kolanan û li gor rêxistinên mafên mirovan di pevçûnan de 4 kesan jîyana xwe ji dest dabûn.