Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro di Hilbijartinên Venezuela de Careke Din bi Ser Ket


Serokê Venezuela Nicolas Maduro, di hilbijartinan de cara duduyan bi ser ket.

Jiber ku rikeberîya Venezuela hilbijiartin boykot kir, rêjeya beşdarbûnê nizm bû.

Serokê Civata Hilbjartina Neteweyî Tibisay Lucena da zanîn ku zêdetirê 90 ji sedê dengan hatine hêjmartin û Maduro bi 67,7 ji sedê, ku 5,800,000 deng in, jinûve hatiye hilbijartin.

Li gor agahîyên pêşîyê yên hilbijartinê, rêjeya beşdarbûna hilbijartinê 46 ji sedê ye.

Yek ji rêberên rikeberîyê Henri Falcon, 21,2 ji sedê dengan, ku 1,800,000 deng in, sitand.

Falcon, piştî sindoq hatin girtin dîyar kir ku jiber ku di hilbijartinê dek û dolab hene, ewê encamê nepejirîne.

XS
SM
MD
LG