Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanaz Şêxa: Hişmendiya Mafên Mirovan di Civaka Sivîl a Kurdî de Kêm E


Di 30ê Tebaxê de tevahiya hêzên mafên mirovan û çalakvanên cîhanê vê rojê bibîr tînin wekû Roja Navneteweyî ya Qurbaniyên Binçavkirina Zordar, ku li seranserî cîhanê çalakî li dar dikivin da ku fişarê li hikûmet, rêxstin û rêxistinên navnetewî bikin ji bo zelalkirina rewşa qurbaniyan.

Di derbarî vê rojê de û girîngiya wê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi parêzer û çalakvana mafên mirovan Şanaz Şêxê re kir.

Parêzer Şanaz di derbarî vê rojê de dibêje ku girîngiya wê di çalakiyên wê de ye, ku li her derê navê ew kesên qurbanî tên hildan û lêpirsîn li wan dibe ji bo neyên jibîr kirin .

Li ser asta Sûriyê û çalkiyên ku lê dibin, wê anî ziman ku ta nuha gellek kelem û astengî hene di riya çalakvan û rêxistinan de, ji ber şerê ku lê berdewam dibe.

Wekî din jî, wê rexne li rêxistinên mafên mirovana yên kurdî li sûriyê kir, ku ta nuha tu hevbendî yan navendek wan yekgirtî tuneye, ew dibe sedema lewaziya xebatên wan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:48 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG