Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kompanyeke Taylandî Dixe Nav Lîsteya Toleyan


Firokeke Mahan Air

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Înê ragihand ku kompanyeke Taylandî ket nav lîsteya toleyan, jiber ku ew hevkarî bi şîrketa veguhastina esmanî ya Îranî, Mahan Air dike.

“Mahan Air bi berdewamî her hefte difire Sûrîyê, tevî ku bi mîlyonan sivîlên li Îdlibê di bin gefa êrîşên hovane yên rejîma Esad û piştevanên wê Îran û Rûsya dijîn,” Wezîrê Xezîne ya Amerîka Steven Mnuchin di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Hikûmeta Amerîkî Mahan Air tawanbar dike ku şerker û alavên leşkerî dibe Sûrîyê ku pitgirî bidin hêzên serokê wî welatî Beşar Esad.

Toleyên Amerîkî di vê demê de tên ku Tirkîyê îro Înê ragihand ku ew bi hemî alîyan re dipeyîve ku rê li ber operasyoneke hikûmeta Sûrî bigire.

XS
SM
MD
LG