Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Mahmut Alinak Rûbirûyê Cezayê Zindanê ya Dirêjîya Jînê Ye


Mahmut Alinak û kur û parêzerê wî Bişar Alinak
Mahmut Alinak û kur û parêzerê wî Bişar Alinak

Dozgerîya Qersê derbarê sîyasetvan û nivîskar Mahmut Alinak amadekirina îdianamê qedand û ji wî re 30 sal cezayê zîndanê xwest.

Di îdianameyê de xebatên Alinak yên jibo azadîya zimanê Kurdî, bikaranîna peyîva Kurdîstanê, nivîsîna pirtûka “Mehmet Tunç û Bêkes”, rexnekirina operasyona Efrînê, aşkirina malbatên xwîndar û herwiha xebatên wî yên sîyasî wek sûc hatine dîtin.

Dozgerî bi van îdiayan ji Dadgeha Cezayê Giran ya Qersê dixwaze ku Alinak li gor qanûna “Perçekirin û têkbirina dewleta Tirk” ceza bike.

Kurê Alinak, Bişar ku di heman demê de parêzerê wî ye, got ku di îdianamê de 12 sucdarî hene û piranî nivîsên wî û çalakîyên wî yên sîyasî ne.

“Xebatên Alinak wek kiryarên terorîstî hatine nîşandan. Jiber nivîsa wî ya ser operasyona Efrînê ya bi navê “PKK hecet e, dijmînahî dîjî Kurd û Kurdîstanê ye” ew bi endamtîya rêxistina terorê tê tawanbar kirin.”

Li gor ku parêzêr dibêje pirtûka Alinak ya bi navê “Mehmet Tunç û Bêkes” û dahatîyên vê pirtûkê ku ji malbata Tunç re hatibû şandin, ji alîye dozgerîyê vê wek sûc hatiye nirxandin.

“Tê dîtin ku bi vê îdianameyê dixwazin tola nivîsîna pirtûka ‘Bêkes’ hilînin jiber ku di vê pirtûkê de qala sûcên hêzên ewlekarî yên Tirkîyê ku li Cizîrê hatibûn kirin dike.”

Parêzer Alinak got ku şandîna daxwaznameya ji Yekîtîya Ewrupa (YE) re, ku tê de dihat xwestin zimanê Kurdî jî wekheva zimanê Tirkî were nasîn, weke xebateke terorîstî hatiye dîtin.

“Ya rastî ev e ku di şexsê Mahmut Alinak de mafê azadîya ramanê û gelê Kurd tê darizandin. AKP bi destê dadgehan dixwaze alîyê sîyasî bide sekinandin û tundîyê zêde bike û heza xwe ya nîjaperest mîsoger bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Alinak di 17’ê Sibatê de li bajarê Qers hatibû desteser kirin û girtin û ji zîndana Qersê re hatibû şandin.

Rûniştina yekê ya doza Alinak di 13’ê Gulanê de wê li Dadgeha Cezayê Giran ya Qersê were dîtin.

AA_08_05_20_Mahmut_Alinak
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00

XS
SM
MD
LG