Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtîya Kurd ya 80 Salî Makbule Ozer Hat Berdan


Makbule Ozer
Makbule Ozer

Girtîya bi navê Makbule Ozer a 80 salî, ku ji % 53 astengber bû, hate berdan piştî ku Sazîya Bijîşkî ya Dadwerîya Stanbolê cezayê wê jibo salekê bi paş xist.

Makbule Ozer û hevjînê wê Hadî Ozer tevî temen û nexweşîyên giran, di 9’ê Gulanê de bi îdiaya “alîkarîya rêxistina terorê kirine” bi 2 sal û mekê hatibûn zîndan kirin. Lê, parêzerên wan parastibûn ku divê ew li gor qanûnan jiber temenê mezin û nexweşîyên giran werin berdan.

Hefteya borî ser daxwaza parêzera Ozerê, Dîlan Kunt Ayan, ew bo Sazîya Bijîşkî ya Dadwerîya ya Stanbolê (ATK) hatibû şandin ku derheqê wê de raporeke zanîstî were amade kirin.

Di encama rapora ATK’ê de bîryar hat dayîn ku Ozera nikare bi serê xwe li zîndanê jîyana xwe bidomîne û dû re cezayê wê bo salekê hat paşxistin û ew hat berdan.

Malbata Makbule Ozer ew li ber derîyê zîndanê bi kulîlkan pêşwazî kir. Kurê wê Medenî Ozer şabûna xwe anî ziman.

“Rastî bîryareke di cîh de bû. Jixwe girtina wan di serî de kêmahî bû û sîysasî bû. Em sipasî wan kesna dikin ku bi vê mijarê ve eleqeder bûnê û piştevanîya me kirine. Eger bîragiştî li ser vê mijarê nesekînîba, dibe ku dadgehê bîryarek wiha nedaba.”

Medenî Ozer got ku ew de piştî vê rojê giranîya xwe bidin ser berdana bavê xwe ku ew jî di heman temenî de ye û nexweşîyên wî jî hene.

Parêzerên malbatê herwiha serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê daye ku derheqa Hadî Ozer de bîryara tedbîrê bigire û ew jî were berdan.

AA_08_09_22_Berdana_Makbule Ozer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG