Serokomarê Makedonya Gjorge Ivanov îro bi daxuyanîyekê da zanîn ku ew dijî guherandina navê welatê xwe ye û got ku ewê peymana ‘’bi zarar’’ ya ku serokwezîrên Makendonya û Yunanistanê îmza kiriye nepejirîne.
Ivanov dîyar kir ku peymana ku pêşnîyaz dikir ku navê Komara Makedonya bibe ‘’Komara Makedonya Bakur’’ tawîzên zêde dide Yunanistanê û da zanîn ku ‘’bi ti awayî nayê qebûl kirin’’
Ivanov got ku bi peymana hatiye îmza kirin, qanûna bingehîn hatiye binpê kirin.
Serokwezîrê Yunanistanê Aleksis Tsipras û hevtayê wî yê Makedon Zoran Zaev roja Sêşemê peyman îmza kiribûn û li ber e ku peyman dawîya vê hefteyê wezîrên derve yên her du dewletan jî peymanê îmza bikin.
Piştî peyman were îmza kirin dê here parlamentoya Makedonya û eger têra xwe dengan bistîne, dê bo pejirîna serokomar here ber destî Ivanov.
Ivanov dikare biryarê bi şûnde bişîne parlamentoyê, lê eger parlamento careke din biryarê bipejirîne, Ivanov divê biryarê bipejirîne.
Serokwezîrê Makedonya Zaev û Wezîrê Derve Nikola Dimitrov dîyar kir ku wan bo peymanê serdana Ivanov kirine, lê wî nexwestiye ku derbarê peymanê biaxife.