Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Eren Keskîn Gotûbêjên Ser Makezagona Nû Dinirxîne


Eren Keskîn Parêzer Û Yasanas

Tirkîye bi makezagona darbeya leşkerî ya 1980'an ya ji alîyê artêşê ve hatibû amadekirin tê birêvebirin.

Li Tirkîye bi referandûma 16'ê Nîsan'a 2017'an 18 madeyên vê makezagonê hatibûn guhartin û Tirkîye ji sîstema parlementerîyê derbazî sîstema serokatîyê bibû.

Niha jî mijara makezagona nû dem bi dem ji alîyê Serokê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan, ji rêvebirên destilatê û ji alîyê opozîsyonê ve jî tê rojeva Tirkîye.

Jibo makezagoneke nû herî pêşîn Erdogan dîyar kiribû ku "Li Tirkîyê dema amadekirina makezagoneke nû hatiye."

Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) jî berîya çend rojan pêşnûmayeke ji 100 madeyan pêk hat amadekir ku dixwaze ku meclîsa Tirkîye were bihêzkirin.

Li alîyekî din jî hem Partîya Gel ya Komarî (CHP) hem ÎYÎ Partî û hem jî Partîya Seadet’ê dixwazin ku berî her tiştî Tirkîye vegere ser sîstema parlementerîyê ya bihêzkirî.

Dîsa Cîgirê Berdevkê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç jî gotibû ku jibo hemî kesên li Tirkîyê dijîn makezagoneke nû û demokratîk pêwîst e.

Parêzer Eren Keskîn jî ser nîqaşên ser makezagona nû axifî û dîyar dike wisa xuya dike ku AKP û MHP dixwaze ku makezagoneke ji makezagona 1982’an xirabtir amade bikin.

"Jiber ku desthilata AKP'ê û MHP'ê hemî daxwazên demokratîk red dike û li ser xeta nijadperestîyê dimeşe ne pêkan e ku mirov li benda makezagoneke demokratîk be. Jiber ku makezagon peymanekî civakî ye divê bi hemî alî di vê makezagonê de cîh bigirin. Li gorî min makezagona nû wê xirabtir be û dê mafê rêxistinbûyîn û mafê xwe îfadekirinê asteng bike."

Di heman deme de parêzer Keskîn bawer dike ji bilî Partîya Demokratîk a Gelan opozîsyonekî ku makezagonekî demokratîk bixwaze tuneye.

"Niha dewleta Tirkîye hemî peymanên navnetewî yên alî û îmzekirî û binpê dike. Li gorî min eger makezagonekî ku ji du hevokan jî pêk were û were gotin ku ezê li gorî van peymanan tev bigerim jî têra makezagona nû dike. Jiber ku Tirkîye tu carî li gorî hiqûqa nivîsandî tev nagere û hiqûqa xwe jî binpê dike." Ewê got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:41 0:00

XS
SM
MD
LG