Rûsya îro Duşemê Ukrayna bi "provokasyonekê" tawanbar kir û got ku wê di bûyera di êrîşa dijî îsraîlê doh li firokxaneya Makhachkala li Daxistanê "roleke serekî" lîstîye.
Doh Yekşemê bi sedan kes, li herema Daxistanê avêtin ser firokexaneya Makhachkala da ku geştiyarên cihû " di firokeyeke ji Tel Avivê dihat, bigirin."
Berdevika wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova bi daxuyanîyekê de Ukrayna jiber bûyerê rasterast tawanbar kir.
"Rejîma Kîev ya tawankar di pêkanîna bûyera wêranker ya dawî de roleke rasterast û sereke list," Zakharova got.
Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov jî îro ragihand ku bûyerên doh yên li firokxaneya Makhachkala di encama destwerdanên derve û bi bandora agahdarîya şaş pêk hatine.
Vîdyoyên ji firokxaneya Makhachkala, nîşan didin ku serhildêran, ku piranîya wan ciwan in, alên Filistînê li ba dikin, derîyan dişkînin û di nava re firokxaneyê de baz didin û dirûşmên wek "Allahu Ekber" an "Xwedê Mezin e," diqîrin.
Karbidestekî payebilind ê Ukraynayê roja Duşemê got ku Kîev ti pêwendiya xwe bi aloziyên dijî Israîlê li komara Daxistanê ya Rûsyayê ku bi piranî Misilman lê dijîn tine, tawanbarkirina Rûsyayê wekî bêbingeh red kir.
Şêwirmendê Serokomarîya Ukrayna Mykhailo Podolyak bi daxuyanîyeke nivîskî tawanbarîya Rûsya wek bêbingeh bi tundî red kir.
"Bê guman, ti pêwendîya Ukrayna bi alozîya herî dawî ya bi hestên dijî biyanîyan ser axa Federasyona Rûsyayê re tuneye," Podolyak got.
Wezareta navxweyî ya Rûsya dîyar kir ku 60 kes jiber bûyerên do hatine desteser kirin û 150 ji wek beşdarên herî çalak hatine pênase kirin.
Hêzên ewlehîyê ji Reutersê re gotin rewşa rêwîyên firokeya ji Tel Avîvê baş û ewle ye.
Li gor ragihandina karbidestan firokexaneya Makhachkala îro Duşemê piştî nîvro jinûve dest bi xebatê kiriye, lê firînên ji Îsraîlê wê bi demkî werin rêkirinê bajarên din yên Rûsya.
Jêder:Reuters, AFP