BAMAKO, 24ê Rêbendanê, peyvdarê leşkerê Malî welatê ku li Afrîqaye ragihand ku sibeya Yekşemê di du êrîşên plan kirî de çekdaran herî kêm 6 leşker kuştine û 18 jî birîndar bûne.
Kolonêl Souleymane Dembelî dibêje, demjimêr 3ê serê sibê grûpên çekdar li herdu gundên Boulkessi û Mondoro yên herêma Mopti êrîş pêk anîne, şer di navbera grûpên çekdar û hêzên leşkerî de derketîye, nêzî 30 çekdarên êrîşkar hatine kuştin, hêşta çi aliyan êrîş negirtîye ser xwe.
Herêmên navned û bakurê Malî bûye cihê grûpên Cîhadî yên ku têkilî bi rêxistinên Îslamî yên weke Al-Qaide û DAIŞê re hene, ew çekdar herêmeke berfireh ya leylana wî welatê Afrîqî kontrol dikin û car caran êrîşî leşker û sivîlan dikin.
Grûpên çekdar ew herêm ji xwe re kirîye bingeh da ku êrîş herêmên hevsinor li Nigeriya û Burkina Faso bikin.
Hebûna çekdaran bûye sedema alozî û ne aramiyê li herêmê û belavbûna hêzên navnetewî, di vê mehê de 4 endamên parastina aştiyê yên girêdayî Netewên Yekbûyî hatine kuştin dema karwanê wan rastî bombeya çandî û êrîşa çekdarî hatî.