Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama Banga Vekolîneke Navnetewî ser Ketina Firoka Malezî Dike


Serok Obama îro Înê li Qesra Spî dipeyîve
Serok Obama îro Înê li Qesra Spî dipeyîve

Serokê Amerîka Barack Obama xemgînîya xwe li ser mirina 298 rêwîyên nav firoka Malezî dîyar dike ku li rojhilata Ukrayna ketibû xwarê.

Serok Obama îro Înê li Qesra Spî got, delîlên heyî nîşan didin ku li firok hatiye xistin, bi muşekekê ji erdê heta esmanê ku li devereke bin kontrola cudaxwazên ser bi Rûsya ve.

Obama bang li vekolîneke navnetewî li ser bûyerê kir û xwest Rûsya û cudaxwaz demûdest agirbesteke pêk bînin.

Serok got, bûyera nexweş nîşan dide ku dem hatiye aştî û ewlekarî li Ukrayna bi cîh were.

XS
SM
MD
LG