Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmaîl Sebrî Yaqûb Dibe Serokwezîrê Nû yê Malezya


Malaysia

Qiralê Malezyayê Sultan Abdullah Sultan Ahmad Şah îro Înê Îsmaîl Sebrî Yaqûb wek serokwezîrê nû destnîşan kir.

Serokwezîrê bêre Muhyedîn Yasîn, piştî ku piranîya li parlamentoyê hinda kir, vê hefteyê karvekîşîna xwe ragihandibû.

Qesra Şah bi daxuyanîyekê ragihand ku Sebrî yê 61 salî, 116 ji 222 dengên endamên parlamentoyê bi dest xistine.

Daxuyanîyê got ku Şah hêvî dike krîza siyasî bi dawî were û endamên parlamanê bikaribin rojeva xwe ya sîyasî bidin alîyekî.

Sebrî ku cîgirê Muhyedîn bû, di vê demê de dest bi kar dike ku pêketinên COVID-19 gelek zêde bûne û hêrsa gel ya hember rêvebirina wê krîzê bilind e û aborî jî ketiye rewşeke xirab.

XS
SM
MD
LG