Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Malî Dibêje 15 Leşkerên Wê Hatine Kuştin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand 15 leşkerên Malîyê roja Pêncşemê di feqekê de hatine kuştin.

Reutersê ji zarê artêşa Malî dîyar kir bi maşîneye bombebarkirî dijî konvoya leşkerî êrîş li dar ketiye û piştre jî çekên giran hatine karanîn.

Artêşê da zanîn ku veguhastinên birîndaran didome.

Êrîş ji alîyê kê ve hatiye li dar xistin hîn eşkere nebûye.

Ew êrîş li wê herêmê ku hêzên Malî, Fransa û Neteweyên Yekbûyî (NY) dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û El-Qaydê şer dikin, çêbû.

Herêmên sînor yên di navbera Malî, Nîjer û Burkîna Faso ji alîyê hin çekdarên Îslamî ve têne kontrol kirin.

Di serê Tebaxê de, çekdarên Îslamî êrîş biribûn ser sê gundên li navenda Malî û pirtir ji 50 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG