Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Guherînan di Fermandarîya Artêşê de Dike


Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malikî biryar da ku fermandarîya artêşê were guhartin, piştî êrîşên mîlîtanan ku nav hefteyekê de nêzîkî 300 kes li wî welatî kuştin.

Tê ragihandin ku ew hejmar ya herî mezin e, piştî vekişandina hêzên Amerîjkî ji Îraqê.

Berdevkê hikûmeta Îraqê Alî el Musevî got, di vê guhartinê de qumandarên beşên leşkerî û yên operasyonan jî cîh digirin.

Ev guherin nîşan dide ku Nurî El Malikî ji artêşê nerazî jiber ku tundûtîujî li Îraqê zêde dibe û şerê mezhebî jî belavtir dibe.

Di tundîya îro Çarşemê de 14 kes ji alîyê mîlîtanan ve îro li paytaxt Bexda hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG