Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Berhemên Hunermend Malva li Hesekê Vebû


Bi boneya salvegera sêyê ya koça dawî ya şêwekarê Kurd yê navdar Omer Hemdî li bajarê Hesekê bi vexwendin ji Partîya Sûrîye ya el-Musteqbel pêşangeha tabloyên wî hate darxistin.

Hemdî ku di jîyana hunerê de wek Malva dihat nasîn, xwedîyê gelek berhemên hêja bû.

Di pêşangehê de tabloyên Malva û jimareke ji şêwekarên ser asta bakurê Sûrîyê tên nîşandan.

Di pêşangehê de malbata Malva, berpirsên Partîya Musteqbel û herwisa bi dehan şêwekar amade bûn.

Serokê Partîya Musteqbel ya şaxê Kantona Cizîrê, Ehmed Esed got ku pêkhateyên Hesekê xwest ku nîşan bidin Malva yek ji nasnameya welatê wan e.

Ekrem Bekir, şêwekarê Hesekeyî dibêje ku wan xwest di rêya vê pêşangehê de Reng û Tabloyên Malva ji bo gelê xwe re nîşan bidin.

Birayê Malva, Irfan Hemdî jî got ku Malva nûnerê rengê jîyana hevbeş ya hemû pêkhateyên vê herêmê bû û niha jî herkes xwedî li wî derdikeve.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Malva di 17’ê Cotmeha 2015’an de koça dawî kiribû.

ZO_10_22_2018_Malva
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG