Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîkarê Trump Manaforta Dixwaze bi Desteya Vekolînê ya Kongresê Bipeyîve


Rêvebirê berê yê kempeyna Serok Donald Trump, Paul Manaforta bi dilxwazî pêşnîyar kir ku di lêpirsîna peywendîya kempeyna Trump ya bi Rûsan de, ew dixwaze pirsên vekoleran bersîv bike.

Kongresmenê Komarî yê nûnerê California Devin Nunes ku serokê komîteya îstixbaratî ya Civata Nûneran e, îri Înê ji nûçegîhanan re got ku awuqatê Manaforta peywendî ligel wan kiri ku ew amade ye bersîva desteya lêpirsînê bide.

Nunes got ku ew hîn nizane hevpeyvîna ligel Manaforta ji bîragiştî re vekirî be yan li pişt derîyên girî pêk were.

Hêjayî bîrxistinê ye ku vê gavê lêpirsînek berdewam dike ku îdiayên destkarîya Rûsan ya di hilbijartinên seroktî de vekolînê bike.

Daxuyanîya Manaforta di vê demê de tê ku ajansa Associated Press nivisîbû ku ew deh sal berê jibo mîlyardrekî Rûsî xebitîbû.

XS
SM
MD
LG