Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Banga YPG'ê, Hêzên Artêşa Sûrî Giheştin Herêma Minbicê


Piştî ku HSD'ê Minbîc rizgar kir, rûniştvanên wê şabûna xwe dîyar dkin (Arşîv)
Piştî ku HSD'ê Minbîc rizgar kir, rûniştvanên wê şabûna xwe dîyar dkin (Arşîv)

Artêşa Sûrîyê îro Înê ragihand ku wê, ser banga Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hîn hêzên xwe şandine herêma Minbicê û li ser xeta sînor bi cîh kirine.

Artêşê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan navendên girîng yên Minbicê xistine bin kontrola xwe.

‘’Sûrî divê hêzên xwe bidin ser hev û berevanîya serwerîya netewî bikin. Me rê daye ber xwe ku em hemî hêzên dagirker têk bibin,’’ daxuyanî bi berdewamî got.

Tevî ku demeke zûtir raort belav bûbûn ku hêzên Sûrî ketine hindurê bajarê Minbicê jî, ew raport dû re hatin pûç kirin.

Hin jêderên xwecîhî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di nav hêzên hikûmeta Sûrî de hêza bijarte ya Nobedarên Komarî jî hene ku tenê ji herêmên girîng re tên şandin.

YPG’ê dîyar kiribû ku wan hêzên xwe ji Minbicê vekişandine û bang li hikûmeta Sûrîyê kiribû ku ‘’dijî gefên Tirkîyê’’ bikeve wê herêmê.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî ragihandibû ku wî biryar daye hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîn.

Piştî biryara Trump, karbidestên Kurdên Sûrîyê bi hikûmeta Sûrî û Rûsya re hin hevdîtin kiribûn ku piştî vekişîna Amerîkîyan cîhê wan dagirin.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova roja Çarşemê gotibû ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî, divê ew herêm têkevin bin kontrola hikûmeta Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG