Lînkên eksesibilîtî

Di Peqînekê de bi Dehan Kuştî û Birîndar li Manchester Hene


Di peqîneke gumandar ya terorîstî de herî kêm 19 kes li bajarê Manchaser ya Brîtanya hatine kuştin, dora 50 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn di dawîya konserta stranvan Ariana Grande de qewimî û karbidestên polîsan dibêjin ku bûyer dişibe kiryareke terorîstî.

Televîzyona CBS ji zarê du karbidestên Amerîkî ragihand ku peqîn ji alîyê êrîşvanekî xwekuj ve hate kirin.

Dîdevan dibêjin ku bombevan yan bi metro yan jî bi trenê hatiye cîhê bûyerê û dû re çûye cîhê firotina bîletan û li wê derê, dema gel ji konsertê derdiket, xwe peqandiye.

Jêdêrên ewlekarî dibêjin ku pispor li dîmenên heyî temaşe dikin ku pêngavên bombevan ron bikin.

Hin çavkanîyên din ji CNN re ragihand ku hin beşên bedena êrîşvanê xwekuj hatine dîtin.

Dîsa, karbidest bal dikşînin ku piranîya kesên kuştî keçên ciwan in ku hezkirîyên stranvan Ariana Grande ne.

XS
SM
MD
LG