Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasnameya Êrîşvanê Manchesterê Dîyar Bû


Reuters’ê ragihand ku hêzên ewlekarîya Brîtanya nasnameya êrîşvanê peqîna Manchesterê dîyar kir.

Karbidestên ewlekarîyê dan zanîn ku navê êrîşvanê ku 22 salî ye Salman Abedî ye, li Manchesterê ji dayik bûye, lê bi eslê xwe ji Lîbya ye.

Berpirsê Ewlekarîya Manchesterê Ian Hopkins got ku îro Sêşemê polîsan girtine ser çend adresên ku êrîşvan lê dima.

Hêzên ewlekarîyê, hewil didin hîn bibin ku êrîşvan tenê yan bi alîkarîya hin kesên din re êrîş li dar xistîye.

Bepirsîya peqîna ku 22 kes tê de hatibûn kuştin DAIŞ’ê girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG