Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afrîkaya Başûr: Rewşa Mandela Rindtir e


Afrîkaya Başûr dibêje, rewşa saxlemîya Nelson Mandela kritîk e, lê ber bi xirabûnê ve naçe.

Serok Jacob Zuma bi daxuyanîyeke nivîskî de got, wî êvara Pêncşemê li nexweşxaneyê serdana birêz Mandela kir û rewşa wî ji şeva berê gelek rindtir e.

Serok Zuma serdana xwe ya Mozambik betal kir da ku di rewşa krîtîk ya birêz Mandela de li ba wî be.

Birêz Mandela yê 95 salî 27 salan li zindanê mabû loma jî tuşî nexweşîya êşa zirav anku tuberkuloz bibû û jimereke nexweşîyên nefesê pê re çêbibûn.

Neslon Mandela li seranser cîhanê wek sembolê azadî û aştî û lihevkirina civakî tê nasîn.

Ew û serokê wê demê yê Afrîkaya Başûr F.W. DeKlerk li sala 1993’an bi hevre xelata Nobel ya bo Aştîyê wergirtibûn, jiber rola wan ya li dawîanîna rejîma apartheid û lihevhatina nijadî liwî welatî.

Nelson Mandela ji sala 1994’an heta 1999’an seroktîya Afrîkaya Başûr kiribû û ji wê demê heta niha di nav bizavên xêrxwazîyê de cîh digirt.
XS
SM
MD
LG