Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Mirina Mandela Salek Derbas Bû


Di bîranîna salvegera yekemîn ya rêberê Efrîqayî Nelson Mandela de, hîna jî sawê wî li ser welatê wî yê şêrîn Efrîqaya Başûr berdewam dike , piştî salekî ji mirina wî, bi wêneyê wî li ser diravan, wêneyên wî bi porî sipî li ser rêklam û siloganê partiya wî ( Kongira Neştumaniya Afrîkî)

Serokî Efrîqî yê yekim ku bi dîmukratî hatibû hilbijartin, di 5 meha Kanûna sala parr ve çûbû ser dilovaniya xwe , ew bi xwe ji gelê welatê xwe û gelê Efrîqa re ne tenê mîna Rameyarekî bû lê belê ji wan re mîna bavekî bû, ji ber wê jî ban wî dikin bi navê ( TATA) ku bi zimanê wan tê bi wateya Bav yan jî Madiba.

Her wisa jî, hîna pirraniya Gelê wî bawer dikin ku hîna giyanê wî di nav wan de dijî, mîna baweriyên di kultura wan de, ku giyan sax dimîne piştî mirinê.

Peyvdarê Hikûmeta Efrîqaya Başûr Fumla Williams di derbarî bîranîna salveger Mandela ku ew mîna îkonekî ji wan re, dibêje:

Serok, ev derfete han bi kar tîne ji bo careke din gelê başûrî Efrîqa spas bike ji bo rêzlînan Madiba û cîhanê tev de, û ew vê derfetê bi kar tîne ji bo ku ji gelê xwe re û tevahiya cîhanê re bêje ku li serweta Madiba miqate bin.

Ev serweta ku yek ji jêderên lihevhatina welatên perçebûyî bû li Efrîqaya Başûr.

Tê zanîn ku Mandela serokê reş yê yekem bû ku hatibû hilbijartin di sala 1994 , piştî 27 saln ji zindankirina wî .

Ji ber Xebata wî ya siyasî, wî bi Serokê sipî yê dawî ji Efrîqaya Başûr re F.W De Klerk re xelata Nopel ya Aştiyê wergirtin di sala 1993 de.

Her birêz Williams li ser zengîniya Mirovahiya Mandela dibêje:

Tiştek ji tiştan ,ewe ku em bi hev re pardikin , û ez bi zarokê xwe re jî wê par dikim, ew qurbaniyên Mandela ji bo guhertina Efrîqaya Başûr ya bû ku bibe mîna nûha.

Li vêde peyakî mîna wî, ku 27 salan ji temnê xwe yê ciwan wendakir ji bo me. Nuha zarokê me mezin dibin bê nijadperestî û bê cudabûn, nuha li welatê me bi tenê hemwelatî hene, nijadperestî nema peyda dibe

Ji aliyêkî din ve jî gelek ji hevalê Mandela dibêjin ku wê şûna wî xuya be û ew ê bêriya wî bikin, beşirandina wî, tenkbûna wî, û nerênê wînî dûrbîn.

Mak Maharaj yek ji wan hevalê wî bû, ku bi Mandela re kar kiri bû di salên 60- 70 yê de, di zindana wê de li girava Robben de, û bîranînên wî ji zindanê ravandibû, û Hikûmetê nave wî kiribûn ( kurê bê cir)

Ji bo Maharaj ev bîranîn tiştekî kesaytiye û dibêje :

hûn dizanin, kesê ku tên wergrtin ji aliyê xelkê ve , wê ji jiyanê barbikin, lê havaltiya wan sermiyanekî mezin e, ew dibin perçak ji riya bêrweriyê , û têgihiştina jiyanê.

Ez timî ew serborên xwe bi wî re parr dikim ji wanên jiyana wî, û bê çawa bandora wî li ser min bûye.

Û bi dawiyê jî mîna hevalekî ez dibêjim ku hevaltiya wê nayê pîvan bi tu buharê ve.

Tê zanîn ku wê di bîranîna wî de gelek çalakî li darkevin û tişt û alavên wî ji aliyê gel ve bê dîtin.

Di sala 2013 an de, jib o merasîma cenazeta wî, gelek serok û rêberên cîhanî lê hazir bûn, û yek ji wan serokê Amêrîka Barak Obama bû, û gotinek jî tê de gotibû. Di derbarî Mandela ku hiştbû timî bixwaze ku bibe mirovekî baş..di jiyanê de.

XS
SM
MD
LG