Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Arjantîna Bo Lêgerîna Milkên Dixtorê Maradona Ferman Da


Diego Armando Maradona
Diego Armando Maradona

Ajansa Reuters ragihand ku karbidestên dadweriyê yên Arjantîna di derbarê mirina stêrkê futbolê Diego Maradona lêpirsînê dikin û îro Yekşemê ferman da ku derbarê milkên dixtorê wî yê taybet lêgerînan encam bidin.

Li gor daxuyanîya ku dozgerîyê, biryara lêgerînê ji hêla dozgeran ve ya taxa San Isidro ya Buenos Aires ve hatîye xwestin û ji alîyê dadwerekê herêmî ve hatîye îmzakirin, fermana lêgerînê da.

"Bi delîlên ku hatin berhev kirin, pêdivî hat dîtin ku li mal û ofîsa dixtor Leopoldo Luque lêgerîn were kirin," dozgeriyê di daxuyaniyê de got. Hevdem, dozgerîyê derbarê sedema lêpirsînê de ti agahî nedan.

Parêzerê Maradona, Matias Moria, roja Pêncşemê dîyar kiribû ku ewê di derbarê mirina Maradona de, lêpirsînek tevahî bixwaze, û herwiha got ku tîmên tendurstîyê dereng hatine cîhê ku Maradona lê mirîye.

Hejayê bîrxistinê ye ku Futbolîstê Arjantînî yê navdar Diego Armando Maradona yê 60 salî, li mala xwe ya li San Andrés ya li Buenos Aires, di 25'ê Mijdarê de jiber derbazkirina krîzeke dil, jîyana xwe ji dest dabû.







XS
SM
MD
LG