Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arjantîn û Cîhan jibo Maradona Hêstiran Dibarînin


Xanima yekê ya Arjantîna Fabiola Yanez û serok Alberto Fernandez kulîk datînê ser darbesta Maradona
Xanima yekê ya Arjantîna Fabiola Yanez û serok Alberto Fernandez kulîk datînê ser darbesta Maradona

Bi deh hezaran Arjantînî îro ji sibê vir ve ketine dorên dirêj ku xatir ji stêrkê cîhanî yê futbolê Diego Maradona bixwazin.

Hezkirîyên Maradona herwiha li pêş darbesta wî yê li Casa Rosada ya qesira seroktîyê dimeşin ku termê wî yê di nava ala Arjantînî û formaya wî ya jimare 10 peçandî silav bikin.

Hikûmeta Arjantînî jiber mirina Maradona şînîya sê roji ragihand û bang li hemwelatîyan kir ku jibo lehengê netewî dûa bikin.

Bi pêşengîya Maradona Arjantînê Kupaya Cîhanî ya sala 1986'an biribû û ew li welatê xwe bûbû merxasî netewî.

Reuters radigihîne ku tevî hebûna pandemîya korona bi deh hezaran Arjantînî herikîne kolanan ku rêz û hezkirina xwe ji Maradona re nîşan bidin.

Herwiha gelek kes jî seredana mala wî ya jidayikbûnê kirin û kulîk û peyamên hezkirinê danîn.

Li Îtalya jî bi hezaran hezkirîyên wî li pêş avahîya tîma wî ya kevin, Napolî civîn û ew bi bîr anîn.

Mirina Maradona ya 60 salî li seranser cîhanê bûye sedema xemgînîyeke kûr û hezkirîyên futbolê şînîya wî digirin. Gelek futbolîst û sporvanên navdar û klubên curbicur yên dinê jibo wî peyaman diweşînin.

XS
SM
MD
LG