Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrkê Futbolê Maradona Koça Dawî Kir


Maradona
Maradona

Futbolîstê Arjantînî yê navdar Diego Armando Maradona yê 60 salî jiber derbazkirina krîzeke dil, jîyana xwe ji dest daye.

Gelek sazîyên medyayé piştrastkirin ku Maradona li mala xwe ya li San Andrés, nêzîkê Tigre, bakurê Buenos Aires, krîza dil derbas kirîye.

Piştre sê ambulans bi lezgînî hatine cihê bûyerê, lê nikarîbûne ku wî xelas bikin.

Maradona, di vê dawîyê de emeliyateke cîdî ya mejî derbaz kiribû û piştî dermankirina 8 rojan, du hefte berê ji nexweşxanê derketibû.

Maradona herî dawî di 30'ê Cotmehê de, jibo pirozbahîya rojbûna wî ya 60'an li Stadyuma Gimnasia bo demeke kurt hatibû dîtin.

Ew, li wir baş xûya ne dikir, bi zorê dimeşîya û bo temaşekirina lîstika tîma xwe nesekinî.

Duşemîya pê vê bûyerê, ew rakirin nexweşxaneya La Plata, ku kluba tîma wî ya futbolê jî li vir e û piştî encamên testan ew şandine nexweşxaneyeke taybet ya li paytext.

Maradona di 20 salên dawî de jiber pirsgirêkên giran yên saxlemîyê sê caran ketibû nexweşxanê.

Du ji wan bi sedema esrarkêşî û girêdana alkolê qewimîbûn û ew ji xeterîya mirinê filitîbû.

Li gorî agahîyan, ew nekarîbû dawî li girêdana alkol vexwarinê bianîya.

Marodona heri dawî li Arjantînê berpirsîyarî ya tîma futbolê ya bi navê Gimnasia y Esgrima La Plata dikir.

Hejayê bîrxistinê ye ku Armando Maradona bi formayê xwe yê bi hejmara 10'an pêşengtî kiribû ku Arjantîn Kupaya Cîhanê qezenc bike û herwiha li seren serê cihanê wek futbolîstekî kelecanek mezin ava kiribû.

XS
SM
MD
LG